07/05/2010 12:39
Kêfo ji bavê xwe dipirse:
- Bavo, ma ez çawa hatime dinyayê?
- Dema bişev ez û diya te çûn nivînên xwe, me li derdora nivînan curbecur şekir û çîkolate danîn. Em sibê rabûn, tu hatibû.
Ev yek pir bala Kêfo dikişîne. Kêfo jî tîne, li dora nivînên xwe şekir û çîkolateyan datîne...
07/05/2010 12:38
Amerîkayiyek li ser dikana mêwefiroş zebeşekî digire û nîşanî mêwefiroş dide û dibêje:
- Ma sêvên we yên herî mezin ev in?
Mêwefiroş jî dibêje:
- Ji kerema xwe re destê xwe pir nede tiriyan, wê bihelisin!
07/05/2010 12:37
Du heval bi hev re dipeyivîn. Her du jî pir xizan in. Yek ji yê din dipirse:
- Du çêlekên te hebûna, teyê yek bida min?
- Erê!
Du xaniyên te hebûna, teyê yek bida min?
- Erê!
Du dîkên te hebûna, teyê yek bida min?
- Na!
- Çima?
- Du dîkên min hene, ji bo wî...